Ji artêşa Îsraîlê liv û tevgera leşkerî û êriş

Yekîneyeke artêşa Îsraîlê kete nava herêma Vadi El Rukad a li bejahiya Derayê. Her wiha derdora Girê Ehmer ê li Kuneytrayê jî bi obusan hate bombekirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku dewriyeyeke artêşa Îsraîlê ket herêma Wadî El Ruqad ê nêzî gundê Cumlê yê rojavayê Derayê.

Li gorî SOHR'ê, dewriye ji 2 erebeyên leşkerî pêk dihat û di dergehê Til Ebû El Xeysar re ket herêmê, lê tu pevçûn an serdegirtina malan çênebûn.

Her wiha hate zanîn ku doh êvarê Îsraîlê guleyên obusan avêtin Girê Ehmer ê rojhilat ê li gundewarên başûrê Quneytîrayê. Guleyên obîsan li herêmeke çandiniyê ketin.